Ji bo têkiliya azad şernekirin li azadiyê xiyanetkirin e

by rcadmin

RÊBER APO

Xwişka min hebû. Rojekî ji gundên axayan hatin, xwişkê xwestin. Ev kî ne? Hê jî tê bîra min, qet bi xwe nedame pejirandin (kabullenmek). Ev zava kî ye? Hindek pere û hinek tiştên din didin xwişkê. Qet şêwazeke baş nîn e û hê jî piçûk dibînim. Ev têkilî, têkiliyê koletiyê ye. Mîna vê bi hezaran bûyer bi te kom dibin û lêgerîna azadiyê derdixin rastê.

Va kirêtiyên zayendîtî (cinsellik; zayend – cins), ew pirsgirêkên li hawîrdor me keç û xortên gundî bi têkiliyên zewacên demekî kurt de encamên derdixin rastê. Bêkar û xebat, ji bo cihêzekî, ji bo qalanekî hemû xortanî û hemû ciwaniya xwe qurban dikin.

Ev hemû hiştin ku em hayjixwe bin. Hişt ku em herin ramana ev kar wisa nehêsan in û wê pirsgirêken mezin peyda bibin. Dumahîkê di vê bingehê de ketim nav ezmûna têkiliyekê.

Di vê derê de çawa ku hun dihizirin, ma hema şikestina viyanekê (viyan – irade) û ketina nav têkiliya jin-zilam a hêsan heye yan na? Li xwe binêrin, yek jî li min binêrin: ji ku derê digirim û tînim ku derê? Em, di bûyera jinê de xweşiktiyekê nû û nû derdixin rastê. Ango em, xweşiktiya di kesayetiya jin-zilam de û derfeta jê hez kirinê bi rastî jî, hem bi zanistî, hem jî bi hunerî nû û nû dihêvojin. Di vê mijarê de me hindek pêşketin pêk aniye. Di têkiliyan de – bi ya min divê jin xweşik be – di temênê min ê piçûk de û heta bi azweriyeke mezin lêgera min a xweşiktiyê heye. Ji 7 saliya xwe vir ve kesan wisa dinirxînim. Pîvanên xweşiktiyê curbecur in. Ji tevgerînê em bigirin heta fîzîk, ji taybetmendiya hîtaba xurt em bigirin heta vacbûnê, wisa hinek taybetmendî hene. Hê jî di hewldana de ka em dikarin pîvanên xweşiktiyê çawa derxînin rastê de me. Ma lêgerên we yên wisa hene? Ma di oxira wê de têkoşîneke we heye? Bi ya min nenirxandina xweşiktiyê heta ramana paşverûtiyê jî wisa pêş dikeve. Jineke ciwan pêgirê (bağımlı) koletiyê kirin, li ser bingehê peran firotin pirsgirêkeke mezin derdixe rastê. Jineke xweşik tenê ji bo peran ji zilamekî re malkirin pir kirêt (çirkin) e û nikare bê pejirandin.

Ev çi tîne? Ma nêzîkatiya azadiya jinê di te de pêş dixe? Çima yekî pir kirêt li ser bingehê malê xwe, perên xwe, hêza xwe here keçekê bigirê û bibe? Çima? Di nêvenga (ortam) gund de wekî vê gelek têkilî hene. Hinek li ser hêza xwe, hinek li ser hêza malbata xwe, hinek jî li ser bingehê perên xwe dikin. Û keçikên baş yên gund, ew keçên ku em dikarin bibêjin xweşik in, wisa direvînin û dibin. Di nava civaka me de gelek nêzîkatiyên wisa hene. Tev di 12 de saliya xwe de ne, lê feodalek, kompradorek wan keçan ji xwe re dikire. Li Serhedê gelek keçên wisa ji hêla bazirganên (tücar) Qeyseriyê ve çawa hatin revandin ber bi rojava ve! Ev tev mirov didin hizirandin.

Civak bi piranî hindek wisa ye. Û ev, birîneke mezin a civakî ye. Li ser van tevan tu bi ponijîn nehizirî, wê tu çawa bibî xwedî çemkeke azadiyê, çemkeke xweşiktiyê û heta wê tu şoreşgertiyeke çawa bikî? Ma di we de ramanên wisa pêş ketin? Bi ya min li hember vê rewşê têkoşînvedan perçeyekî welatparêzî yê nayê veqetandin e. Ji ber ku xweşiktiya jin û keçên me wisa firotin, qasî xiyaneta welat xeternak ye. Bazirganên Qeyseriyê (tev jî faşîst in) tên, keçên me yên xweşik ku di radeyeke (düzey) dawî de dikarin pêş bikevin, dikirin, dibin û diçin. Yê ku perên wî heye li her deverê keçan dikire, dibe û diçe. Ev qasî xiyaneta welat rûdaneke xeternak ye. Jixwe yê ku li nirxên xwe yên mirovatiyê wisa binêre, welatê xwe qet nabîne. Em dizanin ku nedîtiye jî. Ne ji dîrokê, ne ji xweşiktiya xwezayê, ne jî, ji xweşiktiya têkiliyê fêm dike. Ev tîp xiyanet kiriye. Em dikarin nirxandineke wiha pêş bixin: Di mijara jinê de yê ku vê kirêtiyê layiqê xwe dibîne, dixwaze bila keç be, dixwaze bila xort be, qasî bêwelatiyê tevlî tewanê ([boyun]eğmek) xiyanetkirina azadiyê bûye.

Çima? Va, di vê çarcova ku dive bêjim de neheqî, tewan û kirêtî hene. Te vî tewanî kiriye, hingê wê tu çawa bibî welatparêz û çawa bibî azadîxwaz?

Şerê ku hun di oxira jinê ango oxira zilam de didin çawa ye? “Bigirim, birevînim û bikim mal!’’ Tam di bîçimê ku pergal diçespînê de ye. Şerê we nîn e. Ji ber wê yekê jî, hun kirêt dibin. kirêtiyên mezin, rewşên nayên pejirandin hene. We nexwestiye ku hun vana bibînin jî. Niha, ji vî şerê ku min li ser navê rizgarkirina hemû xweşiktiyan pêş xistiye, hunê bibêjin: “Ma şerekî wisa dibe?’’ Erê, şerekî min ê wisa heye. Ne tenê şerê rizgarkirina xweşiktiya jinê ye, di heman demê de şerê rizgarkirina xweşiktiya xwezayê û dîrokê ye. Erê, ma ev tev nebin, hunê çawa bibin welatparêz? Wê çawa azweriyên (hırs) we yên azadiyê pêş bikeve? Çi di we de heye, çawa pêş dikeve? Ji çiyan bi hêsanî bireve, qet wate nede nirxên dîrokî, nêzîkatiyeke, “jin, yan amrazekî (araç) zayendîtî ye, yan bigire ji xwe re bike mal, çi dikî bike, bi kar bîne!’’ wisa heye. Yeka/î dil û jiyana wê/î wisa be nikare bibe şoreşger. Di wê/î de xweşiktî, îcar rêxistinî û şervantiya wê pêş nakeve.

Bi îhtîmaleke mezin kesayetiyên we hindek bêçareserî ne. Tebî vê, ne tenê ji bo pirsa hate pirsîn re, ji bo gelek pirs bên bersivandin destnîşan dikim. Di têkiliyan de ji dîtina maf û kedê em bigirin, heta rewşeke pir kirêt bi xwe dana xwarinê, hemû binketinên we nîşan dikin. Bi vê rewşa xwe eşkere ye ku hunê nikaribin di taybetmendiyeke welatparêziya mezin de peyda bibin û nikaribin bibin şervanekê azadiya mezin. Têkiliya vê bi zayendîtiyê re wisa ye. Çawa xwestin ku bi çeka zayendîtiyê me bixînin? Li hember vê şerê min ê mezin çawa pêş ket? Di derbarê jinê de civak çawa tê xistin û di vê mijarê de şerê min çawa pêş dikeve?

Tebî ji bo zilam jî ev derbasdar in. Zilam jî, hindek wisa ye. Zilam di nav nêzîkatiya, “zilam divê wisa be, wiha xwepêşandana hêz dike; ji simbêlan bigire heta meşê wateyekê xwe yê cuda heye’’ de ye. Ez bi salan e dihizirim ku bi vê buyîna zilamekî saxlem pêk nayê. Yanî zilam jî pir bi hêsanî naecibînim (ecibandin – beyenmek). Hun hewqas mijul dibin, pîvana zilamekî ku dikare bê pejirandin, heya niha jî min tam dernexistiye rastê. Birekî mezin kirêt dibînim. Ma ez xwe zahf diecibînim? Nexêr! Lê ku ez, xwe zêde nêcibînim jî, ji bo vê dixebitim. Dibe ku hinek ji we bêqisur bibînin. Lê ez her roj bi xwe re şer dikim. Ez, xwe wisa bi hêsanî napejirînim. Lê ji hemû kirêtiyên xwe re erêyê hun didin. Hun dibêjin, “zilamekî weke min yê yeman ma tê rexnekirin, zilamekî weke min çima nayê têgihîştin?’’

Wê tu bi çi yê xwe bêtî ecibandin, bi çi yê xwe xweşik î û bi çi yê xwe pesnê xwe bidî? Gelo li pêşberî van rasteqînan (gerçekler), tuyê bikaribî ji xwe re bibêji, “Ez zilam im!’’ Ne di wateya zayendîtiyê de jî, di wateya şanazê de, di wateya hesta zilamtiyê de çiqas zilam î? Belkî jî, ji jinekê bêtir bûyî jin. Ma zilamtî hebana, em di vê rewşê de diman? Tebî ev bi salan e ez, vê pirsê ji xwe dipirsim. Di nava me de hewqas dîlawêrtî tê çêkirin, lê heman zilam li hemberî nirxên herî bingehîn ji jinekê xirabtir e. Dîlawêrtiya (kabadayılık) vê çend pere dike?

Hun dibînin ku, wisa hêsanî nêzîkbûna pirsgirêkan çênabin. Ger ku min, wek we zayendiyê şirovekiribama û dabama meşandin, ez zû de qediyabûm. Lê ez, şervanê xweşiktiyeke mezin im. Di rizgarkirina jinê de jî, xwedî hewldanên mezin im. Di oxira afirandina xweşiktiyê de hewldanên min ên pir mezin hene. Ew nakokiyên ku hun dijîn, ez çirkekê jî layîqê xwe nabînim. Bi ya min, aliyên şoreşgertî yên wisa jî hene.

Gelo hunê karibin baş bîr binin ku, şoreşa me şoreşeke xweşiktiyê ye, li hember kirêtiyê şoreşa şerekî ye? Gelo hunê têbigihîjin ku, destgirtina zayendîtiyê jî, nirxekî xwe yê şoreşî yê mezin heye? Di bingeh de, li ciyekî ez, nakokiya zayendîtiyê derdixim rastê. Ew hevalên ku di vê mijarê de bêçareserî mane handanê çareseriyê dikim. Hewqas keçên ciwan û hewqas xort di nava refan de ne. Bi gora çemkên xwe yên kevin hema dikarin hev bêxin bin bandorê, bidin xapandin û bi hestiyariyên erzan bi hev re; ya hema soz didin, ya jî bizewicin. Pejnkeriya di vê mijarê de, ji bo her kesî derbasdar e. Lê belê baş bala xwe bidinê, ez xwe wisa nadim xapandin.

Em vê zagonê (kanun) disepînin (sepandin – dayatmak). Temam, hun dikarin werin ba hev, lê çawa ku hun hizir dikin, wek wan têkiliyên di navbeyna zayendan de ku we di berê de ava dikir, wê nebe. Baş e wê çawa bê avakirin? Gelek ji we dibêjin, “Ciwaniya me ji dest diçe!’’ Dîsa hişemendên (zihniyet) ku dibêjin, “Ev zarok hema bizewicin, bigihîjin mirada xwe ma nabe?’’ di nava me de hindik nîn in. “Evînên mezin bijîn, ma nabe?’’ Ez dibêjim, mijara ka dibe yan nabe gotûbêj (tartışma) bikin. Heta mijara têkiliya zayendîtî ka çawa tê pêşxistin jî, gotûbêj bikin. Ger ku hun, li rasteqîna şerê me xiyanet nekin, ango ku wê ji şer re tevkariyekê (işbirliği) çêbike, we bîçimê rast peyda kiribe, ez ji we re bibêjim: Bravo! Şertê min heye; bila me ji şer dûr nexîne. Evînê gotûbêj bikin; mezin evîndar bibin, bes ku me ji şer dûr nexîne ango dijmin neynin wî halî ku karibe li ser serê me serkeftinê ragihîne. Hingê ez, evîn û têkiliya te biçepikînim.

Helperestên (oportünist) me ango yên ku pir xeternak nêzîkê pirsgirêkê dibin çi dikin? “Lê dîsa jî divê evîn hebe!’’ Min dîroka kûr a evînê danî rastê. Hinekan got, “jin belaya serê me ye, em pêşgirên demborî bigirin ango bi hinek pêşgiriyan ve tim û tim biborînin’’ Ev tev bi pirsgirêkên giran ve derketine rastê. Bi gora xwe, pergala wan a evînê ava bûye, em ji wan re tevahî partiyê vekin! Lê yek tenê ji vana bes e ji bo qedandina partiyê. Di bingeh de bêkontrol û bêviyan e. Ku ez, jor heya jêr têkilî avakirinê serbest berdim, wê ji çadira qereçiyan xirabtir bikin ango roja duyemîn wê radestê dijmin bibin. Viyana wan a şerkirinê namîne. Zayendîtî û evîneke di wateya ku ev têdigihîjin de pir xeternak ye. Bi rastî tenê ji bo têrkirina zikê wan jî, pêwîst e ku çend yekîne bên xebitandin. Ji bo ewlekariya (güvenlik) wan bê pêkanîn, ev pêwîst e. Ji bo evînê ewlekarî pêwîst e. Ji bo evînê pere pêwîst e, nizanim çi pêwîst e. Ji bo van tevan jî divê çend yekîneyên gerîla bikevin dewrê.

Evîna PKKê bijîn

Pêwîst e evîna we nû be, gelo hûn ji bo şerê mezin ê vê amade ne? Şerêkî pir zore, lê wekî din çareya me nîn e. Ez nabêjim hûn tev wisa bikin, lê evîna PKK e hindek evîneke wisa ye û şerê hatî pêşxistin hindek şerêkî wisa ye emê bînin pêş çavên xwe. Ez nabêjim bi bertekên erzan nêzîkê hev bibin. Ji van hemûyan encamê ku dertê; ne ew bertekên jin ango çespandinên zilam yên bêwate ne, ku dikarin refên rêkxistinê û atêşê serûbin bikin. Di radeyeke dawî de pêdiviya we bi hev heye. Lê di radeyeke dawî de jî pirsgirêkên we yên ku bên çareserkirin hene. Di wateyeke mitlaq de em pêdiviya le bi hev heye, lê peywirên me yên perwerdeyî, rêkxistînî û çalakî ku em bînin cî hene. Heya ku ev peywir neyên cî, tu nikarî deste zilamekî bigirî, zilamek nikare bi hêsanî destê te bigire. Da ku ev hemû di rêjeya asta pêşxistina şer de bin, ez di wê hizrê de me ku ev formûl rast e û di bîçimê tê xwestin de ye. Yanî divê xwîngermiyeke we, eleqedariyeke we ka çiqas bi pêşxistina şer ve pêwendîdar e? Heta wê çiqas pêş dixe û çiqas qada jiyanê vedike? Di vê bingehê de hûnê xwe pê bidin pesendkirin û wî pesend bikin.

Di hemû pîvanên min de ev hene. Biramin çavên keça ku dixwaze min hez bike, hema li Kurdistanê û li şer e. Bi hezaran jin hene û bi hezaran pakrewan hene. Bi rastî jî ez vê watedar dibînim. Lê têkîliyên gelek hevalên me yên şervan diqedînin. Her kê ku ji bo bi min re têkilî avakirinê were, pêşî baweriya xwe bi armanca min û bi şerê min tîne. Ev pir eşkere ye. Lê gelek kes ji bo xistina keçan nêzîkê wan dibin; nêzîkê zilam dibe ji bo xistina wan. Tebî emê haydar bin. Em nikarin rê bidin têkîliyên xistinê. Jixwe Kurd, di vê bingehê de jin û zilamên xilasbûyî û qedandî ne. Pevretîya wan, pevretiyeke mirî û qediyaye. Emê çawa karibin wê şêwazê bimeşînin? Di vê mijarê de hewldanên hatine pêşankirin, hewldanên pir zor in. Lê dahûrîneke Kurd e, dahûrîna asta netewe û afirandina azadiya jinê ye. Bi misogerî ev pirsgirêkeke hêsan nîn e. Hûn jî dibêjin em şervanên azadiyê ne, lê ez jî şerê azadiyê bi rê ve dibim. Gelo hûn ji bo xwe hêza birêvebirina şer nîşan didin? Ew derfetên şer yê ji were hatî berpêşkirin, hûn dikarin binirxînin? Bi awayekî din hûnê çawa di rastîna PKKê û Kurdistanê de rê wergirin? Rastîn li rastê ne. Heke ku riyeke din hebe, hûn nîşanê min bidin, min bidin bawerkirin û girê bidin. Ji gotûbêja azad re vekîrî me. Mînak bila keç min girê bidin. Jixwe ji vê re vekirî me, sînordanîna herî piçûk jî nedanîme. Ez berdewamkarê qirêna xwe me. Hûn jî bi têgîhîştina tevahî aliyên vê qirênê ve tevlî me bibin û piştre nebêjin “em tênegîhîştin û me nebîhîst.’’

Bila zilam jî bi vê têbigihîjin. Li rastê têkîlî ka çiqas xedar in bila bibînin. Nebêjin “zilamtiya me ya berê wisa ye, wiha ye.’’ Bila xwedê bela xwe bide zilamtiya berê. Zilamtiya berê, ji jinê xiraptir e. Wê tu çi bikî ji vê zilamtiyê, ev zilamtî çend pere dike? Zilamtiya ku dikare hindek kar bike, ew zilamtî ye ku pirsgirêkan wisa dibîne û dinirxîne. Jixwe pêdiviya wê zilamtiyê jî bi dahûrînê heye. Tenê ne dahûrîna jinê, zêdetir pêdiviya dahûrîna zilam heye. Em dixwazin vê hindek bi ser bixin. Ma ez dahûrîna pêş nexim, di nîvî de bihêlim? Ma hingê di dest de tiştek dimîne?

Bi misogerî pêdiviya dahûrandinan heye. Ev di heman demê de kontrol e. Kontrol; pîvanên partiyê ne, pîvanên serokatiyê ne. Vana tev weke pîvanan datînim. Kontrol; jinê rast kişandina artêşê ye; artêşbûna wê ye; di bingehê wekhevî û azadiyê de peywir wergirtina wê ye; serleşkerbûna wê ye. Kontrol; zilam jî, di vê mijarê de bi gor rastînên partiyê xwedî derketina peywirên partiyê; gihîştina çemka evîna rast, hest û hezkirina rast e. Piştî ku ev tev peyda bûn, ma dikare pêş nekeve? Heke ku bi zanebûn hinek kes xirab bikin û bi rêkxistina şer bileyizin, wê wenda bibe û biçe. Li ser rêkxistineke wisa ku mezintirîn dixebite, dereşer û dererêkxistinî, li ser asta wê ya pir hatî ronahîkirin biçespînî, wê tu wenda bikî. Di vê mijarê de kontrol pêş dikeve, wê bêtir pêş bikeve. Pêwîst e ku hun têbigihîjin ku ji niha şunde wisa bi hêsanî bûyîna kadroyê PKKê nabe. Ma pêwîst nake? Hun dibînin, hunê şer bi vê qezenc bikin. Bi awayekî din hun nikarin ji miriyê xwe re ciyê veşartinê nabînin; wê cendek birizin û bîhn bidin.

You may also like