Ji Koletiyê Ber Bi Azadiyê Ve Çuyin

by rcadmin

FARAŞİN SİDAR

Dema ku dibejin fedakarî, afrînerî ,berpirsiyartî û hîskirin jin te bîra mirov. Jİna di serdema Xwedavendande pîroz dihate dîtin û her kes li hemberî rêz digirt. Ji ber jin peşengtiya civakê dikir. Bi afirînerî her tişte ku sud bide civakê dikir û ser vê esasî bibû rêveberiya civakê. Bi her pirsgirêka civakê ra mezin bicuk farq nedikir mijul dibû. Jİ bo derman biafrîne nexweşiyan tine bike her tim nav Xwezayi de bû û lêkolîn dikir. Lê ji ber ku cara yekemîne pêwîste biceribîne li ser xwe diceriband ji ber vê jî pir jin ji jiyanê xwe dest didan ango di vî watê de bune fedayên civakê. Ya herî zêde civakê difikire jinên Xwedavend bûn. Ji ber vê jî berpirsiyartiya wê jî rakiribû her di nava fikirandinê de bû ku çawa civakê biparêze û rastî xeteriyan nayê.  Ji bo wê jî pêşeroja civakê hîsdikir. Dema ku êrîşek li ser civakê bê hîsdikir.

Di heman demê de hişyarî dikir û xweparastin jî pêşdiket. Ev kesayeta jina Xwedavend hêja di roja meya îro de zindî ye jinên ku cewhera xwe ya xweda jiyan dikin hene. Ew jin jî gêrîllane.  Di nav xwezaya çiyayan de jiyan dikin. Xwe bi Xwezayê re kirine yek. Her Gêrîllayekî jin dixwaze kesayetekî azad xwe de avabike. Lê ew jî bi tekoşîn û berxwedanê dibe. Bi saya Îdeolojiya Rêber Apo xwe digihîne hakîkatê. Ji bo we jî jin digihêje vê baweriyê ku dikare her tiştî bike. Bi taybet li ser çiyan îradeya jinê derdikeve holê. Ji ber ku di nava civakê de îradeya jin nayê dîtin. Wê di vir de jin ispat dike ku bi îradeya xwe dikare her tiştî bi serbixwe bike. Çiya ji bo jinê warê azadiyê ye. Cihê xwe naskirine û perwerde kirin ye. Gêrîlla ji bo hemû jinên cîhanê tekoşînekî bê hempa dide meşandin. Di nava PKK’ê de ne tenê jinên Kurd cihê xwe digirin. Hemû jinên cîhanê cihê xwe digirin û dikarin bigirin.

Rêber Apo dibêje jin di nava PKK’ê de wekî baxçeyekî gulan e. Her cureyên gulan cihê xwe tê de digirin. PKK ku dîroka ji nu ve zindî dike. Jin êdî di nava tarîtiya jiyanê de fetisiye. PKK’ê wekî çiruskekî di dawiya wê tarîtiyê de dibîne û  berê xwe ber bi ronahiyê ve dide. Ew rohanî şikandina koletiya ser jineye.

You may also like