Li ser giringbûyîna parastina çand

by rcadmin

JÎN AMÊDÎ

Çand, weke têgehekê, tê wateya pênase kirina hest û nestên gelekî. Serpêhatiyên wî yên dîrokî, bûyerên bi nirx yên ku têde derbazbûyî û derbirîna wan bi rengekê herî zirav û balkêşe,  bi rê ya hûnerên cûrbicûr weke, muzîk, şano, çîrokên gelerî, helbest û semayên folklorî, heya cil û berga …hwd.
Ew di wateyeka din de, kombûna tevahî nirxên maddî û manewî yên ku gelek mirovan tîne ba hevûdû û jiyana wan rêk dixe, ber ve armancên yekbûyî dibe. Lêkolînvanê Emêrîkî Well Diyorant li ser vê mijarê bi vî rengî dipeyive: “Çand,  dîroka gelan e. Ya ku xwe bênivîs digihijine ji nesilekî ta nesilekê din. Ew afirandina gelan yê herî resene, xwe bi rengên herî zelal dide nîşandan. Bandora xwe li ser tevahî çîn û tiwêjên civakê û bi cûdabûna temen û radên sosyal dike. Ew di watekê de fêrgeha gelan ya yêkemîn e.”
Tê zanîn ku her gelekî ji destpêka hebûna xwe de hewil daye ku nirxên xwe yên maddî û manewî biparêze û bide jiyankirin. Jiber ku bi wan nirxa tê naskirin, bi wana jî cûdabûna xwe ji gelên dîtir diselmîn e. Di wê wateyê de çand mercekê ji hevûdû cûdabûna gelan e. Di nefsa kat de di navbera gelan de pireke hevaltiyê ye. Gelên bêçand, yan jî xwediyên çandên lawaz weke mirovên bê nasnamene. Herdem saykolojiya beyanî, xwe kêm dîtin û bê bawerbûnê jiyan dikin. Di dîrokê de mînakên gelên bi vî rengî pirin. Van saykolojiyan hiştiye, bi êrişekî ku karekterê xwe ji zordarî, sadîstî û êrişên xwînxwarî ve digre biçin li ser gelên xwedî dîrok û çandên dewlemend. Bi vî rengî rikên xwe yên dîrokî bilêv dikirin. Weke Tirka ku di Rojhilatanavîn de û gelê Emerîka yê Bakûr di Rojava de. Ev herdû jî, pir dereng derbazî wan devera dibin û dijmindarîyê li gelên deverê yên eslî dikin. Lawazbûna bingehê wan ê dîrokî, çandî û civakî  di hêle ku ew her tim di lêgera bi hêzbûnê de bin. Ev hewil, hêlê wan ê êriş û tolhildanê bi hêz kiriye.
Lêkolînên dîrokî, nîşan didin ku devera Rojhilata Navîn bingehê şaristaniya mirovatiyê ê yekemîn e. Dergûşa gel û çandên ku temenê wan temenê dîroka mirovatiyê û mozayîkeka rengîn e. Ji bo wan sedeman jî, herdem qada şer û cengên dijwar û mebesta êrişên Rojava bû. Ew weke ku Îskenderê Makadonî pênase dike wisa bû: “bihûşta kû xweda nikarî bû li esmana biafrîne”. Dîrok nîşan dide û bi taybet di sedsalên despêkê de ev dever ji bo tevahî mirovatiya ku di legerên nû de bûn bingehekî serinc rakêş bû. Ew fêrgeheka ol, wêje, tip, matematîk, mîtolojî û hûner bû. Çawa ku ciwanên Rojhilata Navîn îro di bizava xwe gihiştina Rojava de ne, bi vî rengî Rojhilata Navîn jî, ji bo tevahî mirovatiyê nîgalekî zêrîn bû.
Napileon bi vî rengî wê deverê şirove dike “ew jineke herî serinc rakêşe, tû bigihijî dîn û serxweş dibî, negihîjî ji hesretê dimirî.” Lewma jî, Rojhilata Navîn ji bedelê vê dewlemendiya xwe xwîn digirî û rojbiroj piştî her êrişekî, talanekî û komkujiyekî, bêdeng û li ser piya weke darên maziyê dimirî. Lewma, her car ew gel, nirxên xwe yê netewî, ramyarî, civakî wenda dikirin, xwe didan çiyayên bilind û asê, bi tenê çandên xwe diparastin û didan jiyan kirin. Belkî jî, wan vê rastiyê dizanîbûn ku çand sengera berxwedanê ye, ya ku bi tenê jî bimîne dikare hebûna gelekî biselmîn e. Pir balkêşe ku dema mirov lêkolînên dîrokî dike gelek gel û çandên wê deverê yên ku rû bi rû yê êrişên dijwarbûne, bi mebesta tiwandin û tûne kirina wan, lê ev parastin hiştiye ku hebûna xwe, armancên xwe yên mirovatî, netewî, civakî berdewam bikin. Bê gûman,  çand bi hesanî teslîm nabin, ji ber kû bi hesanî nehatine afirandin. Sedema din jî ewe kû girêdana çand û civakê weke neynûk û goşt e. Yek yê din têr dike, bi hêz dike û dide berdewam kirin. Weke çawa dîroknasê rûs B-Nîkîtîn diferime:” çand navika hebûna gelaye, ew weke av û hawa yê ji civakare  .” lê parastina çanda,  berdewam saykolojiyeka xwe girtinê, rikdariyê û xwe ji dervey pêşketina hiştin, perîn bike. Û Rojhilata navîn dema xwe weke cahilekê şepirze dibîne beramber pêşketinên Rojava yên teknolojî, zanistî, felsefî û çandî. Ew dikeve helwêsteka bi vî rengî “ev pêvajo li ser nirxên dîroka min pêşket û li ser bingehên Inkar kirina wan nirxa, wî demî ez jî tevlî vê pêvajoyê nabim!”. Ew belkî jî kêmasiya herî mezine Rojhilata Navîn  têde israr dike û têgehên hemdemî weke demokrasî, modernizm, rönesans weke kû têgehên Rojavahîne û armancên wan yên dagirkarî hene û helandina çand  û hebûna  gelên Rojhilata navîn di çandên xwe de, armanc dikin. Belkî rastiya van tirsa hebe, lê çare bi bê çarebûnê nabe, ji ber ku xaleka herî girîng ya ku pêwist dike gelên Rojhilata Navîn binirxînin ewe ku, ger ew çandên xwe li gurî pêwîstiyên dema û civaka pêşnexin ,wê roj bi roj berve tûnebûnê  biçin , bê kû di çandên dinde nasnama xwe winda  bikin, ewê xwe di xwe de tûne bikin. ji ber ku  her tiştek derveyî yasayên dîalektîk û pêwîstiyên suruştî bimîne û neyê  guhrandin û pêşxistin, dibe astengek di rêya pêşketinan de, rakirin û nehêştina wêjî  dibe pêwistiyeka jiyanî. Di wî demî de ew nirxên me ji destên Rojava parastîn ,wê bi destê paşverûtiyên me, rik û tirsên me tûne bibin . Bi vî rengî çand nakok dibe bi armancên xwere, ji ber kû çand pêşiya her tiştî pîvaneka şaristanî û hemdemîye, pêşketin û geşbûna gel û civaka mebest dike, ne dibe aveka sekinî li dora xwe paşverûtiya, bê çareiya kom dike. Di aliyekê dinde ev pirsgirêk dihêle civak berve valabûnên mezinve biçe , bi taybet dihêle tiwêja cîwanan ,ya kû her dem ligurî mercên hemdem di lêgera pêk anîna pêdiviyên xwe de ye,  ber ve çandên din ve biçin û bikevine bin bandora wan de. Wek pir rêkxistinên Rojavahî yên kû bin saya çand û hûnerê de cîwanên Rojhilata Navîn ber ve bîr û bawerên   xwe ve dibin ji bo mebestên politîk û ramyarî.
Li vir rolê hûnera di vejandina çanda de çiye? Weke tê zanîn hûner pêwistiyeka manewî û rûhî ya civakê ye. Ew pêşiya her tiştî lêgereka mirovatiyê ye li xwe, li rêyeka derbirîna nax, derûn  û nigalên xwe  bi rengên herî bedew û siroştî. Lewma jî tê gotin hûner rûhê civaka ye û xwedîka jiyana rasteqîneye, ya ku pêwistiyên mirovan di civakan de dest nîşan dike û dibe hêza derbirînê û çareseriya wan. Ew di navika xwe de nûhbûna, lêgera, gohrandinên civakî armanc dike, ew xwedî hêzeka rêxistinê, ya balkêşe,ji ber ku dengê xwe digihîne tevahî çîn û tiwêjên civakê û pêdiviyên wan pêk tîne. Hûner di wateka din de tekoşîna derxistin û pêşxistina nirxên resene, vejandina çandên  kû berve windabûnê ve diçîn û rêkxistina xweşikbûnên veşartî di cîvaka de ye. Dest nîşan kirina aliyên kirêt û paşverû  û rexne kirina wan bi ber pirsiyarbûneka bilind. Lewma jî, hûner xwedî cewherekê şoreşgerî ye. Lê weke kû çand, wisa jî hûner rû bi rûyê nizîkbûnên çewt bû, yên kû vala kirina wê ji navika wê ya pêşketî, hemdem  û berpirsiyar mebest dikirin. Dîroka kapîtalîzmê nîşan dide kû ew her dem hêza xwe ji politîka xwe ya ku bi rengê “beş bike –desthilatdar be” Rêkdixe, ew polîtika çawa ku li ser devera, gela, civaka da meşandin, bi wî rengî têgeha jî paya xwe jê wê politîka girt. Çand û hûner jî weke têgehên jiyanî di civakê de ketne  mijarê û bi taybet di despêka sedsala XX’an de, ew bi rengekî nakok xistine mijara civaka û pirsgirêk bi vî rengî dane pêş . Hûner di xizmeta hûnera de ye, yan jî di xizmeta civakan de ye? Lê ya kû dihat mebest kirin di mijareka bi vî rengî de, ew bû ku teoriya hûner ji bo hûnera ye, ne ji bo cîvaka ye bidine pêş !! Mebest jî ew bû ku hûnera razber bikin (soyutlama)û veqetînin ji nirxên civakî . hûnera  ji navika wa ya şoreşgerî vala bikin û weke rûxsarekê vala, xemlekê bidine pêş. Lê wan nêzîkbûna dihêşt hûner  bi cewher û armancên xwe re bikeve di nava nakokiyên dijwar de, ji ber ku hûner wek kû Arêsto diferime: “  xwedîka sirûşt û cîvaka ye, lêgereke li rastiya . ew yekbûna navik û rûxsare , ji ber ku rastî di navika de vaşartîne û rûxsar rêya derbirîna wê ye, hûnerên mezin ewin yên kû bandorên xwe li ser hest û ramana bi hevre  dikin û li ser bingehên çandî mezin dibin.” Lê nizîkbûnên çewt yên me dane xûya kirin, nişana tirsa wan sîstemên paşverû û desthilatdara Ji hêza hûner û çanda û bandora wan li ser gûhrandinên civakî yên ku dibine asteng ber demê brejewendiyên wan. aliyê dinê yê pirsgirekê di nava civakên paşverû û bi taybet civakên ki bi navê welatên seymînê cîhanê têne nas kirin xwe dide nîşandan. Civakên bi vî rengî yên ku bin bandora derebegetiyê, dogmatîzmê û ol dinalin, nêrîna wan li hûnera weke ku karekê şeytanîye û dervey ehlaq û adetên civakê ye, ew nêzîkbûnên galteker û Dogmatîk hêşjî astengên mezinin li ber demê hunera , Weke çawa hê jî di civakên me de hûnermend weke “mirtiba” têne nas kirin. Helbestvan û dengbêj bi dengê şeytana têna bi nav kirin û resam weke kû destdirêjkariya di karê xwedade dikin, têne  dîtin . Regmî ku hênek pêşketin hene di vê mijarê de, lê hê jî bandorê paşverûtiya  kûr tê jiyan kirin. Rû yê dinê van nizîkbûna xwe di kêm kirina bandor û girîngbûna hûnera û çanda didine nîşan dan. ew jî xwe bi helwêstên weke “hûner ne zikê kesekî têr dike, ne jî welatê kesekî rizgar dike.”derdibirin. Gotinên bê watene û paşverûne, Napolyon ketina sîstema padîşahî li Fransa bin siya Lûyîsê 16 bi vî rengî şirove dike:” ger devê wan qelema hatiba girtin, ne padîşahî ,ne jî Fransa dihat xistin”. Bê gûman Napolyon bê bingeh van şirova nake!! Lûyîsê 16 bi xwe jî di zindanê de digot: “helbest û ramanên Valtêr û Rosso Fransa min  ber ve xistinê  bir.” Raste, belkî hûner û çand nabine  nan û tifing, lê ew dil, wijdan, bîr û ramanên nû ji gelanre diafrînin û ber ve şerê nan û azadiyê ve dibin. Mînakên bi vî rengî di dîrokê de pirin.
Ew nêzîkbûnên me dest nîşan kirin ,tevde berhemên nasnama kevnare ya ku  Rojhilata Navîn xwedî lê derdikeve û diparêze. Serokê me yê netewî di parêznama xwe de bi berfirehî li ser vê mijarê  disekine û çareseriye di Rênosanseka hemdem de dibine. Ew jî bi rêya tekoşîneka cesûr beramber dewletên desthilatdar û cîvakên paşverû bi rêya cîvakên sêyemîn, yên ku rola sengerên tekoşîna demokratîk dilîzin .yek ji wan sengerên girîng û jiyanî – çand û hûnerin. Ew xebat xwe bi projeyên berfireh  rêk dixin û civakê ber ve rêk xistineka giştî ve dibin. Tê gotin rêya hezar mîl bi gavekê destpê dike û gava yekê di şikandina nasname ya kevinar,di cîvakê de wê bi vejîna çanda bi rêya hûnera  be, ew çandên resen yên ku ber ve tûnebûnê ve diçin di Rojhilata Navîn de weke çandên lûrî, hewremanî, dimilî, hd. Bê gûman, tekoşîneka bi vî rengî ya ku şikandina dogma, tabûyên ku temenê wan temenê koletiyê ye, li vê devera bi rûmet armanc dikin, tekoşîneka dijiwar û demdirêj e, lê ew ne
Bê derfet e di devereka  ku Îbrahîm Xêlîla di sedsalên tarî de cesareta şikandina pûtên ku pêşiya ramanên mirovatiyê dibûn e, asteng. Ew tekoşîneka herî bi rûmete, ji ber ku mebesta wê çandek, hûnerek, civakekê azad û hemdem e.

You may also like