Şehîd Navdar Serhed

by rcadmin

STÊRKA CIWAN

Di tekoşîna Tevgera Azadiyê de bê gûman dîrok rojane bi berxwedanekê mezin tê nivîsandin. Yê ku vê dem û berxwedana mezin afirandine jî şehîdên şoreşê ne. Şehîd nirxên mirovahî ne. Ên ku li hemberî faşîzmê xwe parastin û bi qehremanî ser ketin dîsa şehîdên şoreşê ne. Ti tevger di Kurdistanê de weke PKKê ewqas şehîd ji bo jiyaneke azad, ji bo nirxê gelekê, ji bo heqîqetê ne daye. Ji ber wê Serokatî dibêje; “PKK partiya şehîdan e.”

Yek ji wan şehîdan hevrê Navdar e. Şehîd Navdar ê ku ji eslê xwe ji Serhedê ye, ciwantiya xwe li Elmanyayê derbas kir. Di nava malbateke welatparez hate dinê û tekoşîna xwe meşand. Her çiqasî Şehîd Navdar di nava pergala kapîtalîzmê mezin bu be jî nefret kirina pergalê û hez kirina axa welatê xwe pir mezin bû. Ev yek jî hişt ku hemberî dagirkerî û pergala qirêj tevlî nav refên azadiyê.

Di nava Tevgera Azadiyê jî heval Navdar bi fedekarî û kedkar dihat naskirin. Rêhevalê wî ji bo Heval Navdar wiha digotin; “Şehîd Navdar zarokê çiyayên azad e.”

Di nava rojê û jiyanê de perspektîfên Serokatî ji bo Heval Navdar jiyan bû. Ji bo hevalên xwe Rêheval Navdar moral bû. Dema ku kêmasî derdiket wijdanê Heval Navdar ne razîbuyînek tunt nîşan didan. Armanca wî weke rastiya ciwantî, pêşengiya civak û ciwanan bike. Wexta pratîkên kêm jiyan dikir, ji bo xwe ev yek qebûl nedikir, li hemberî vê têdikoşiya. Li hemberî şehîdan xwe deyndar dîdît û agirê tolhildanê ji her tim di nava dilê wî de bû. Li ser van bingehan heval Navdar her dem dixwast derbasî Bakûrê Kurdistanê bibe.

Di demekê kin de Heval Navdar bi çiyayên azad re bû yek. Navbera her pel û kevirên çiyayên azad girêdayîn buyînek pir mezin ava bi bû. Ji ber vê yekê Heval Navdar ti carî ji eslê xwe dûr neketi bû. Zatî lewazmayîn ji bo Heval Navdar ji xetê dûr ketin bû.

Em week Hevalên Şehîd Navdar soz didin ku em ê li ser şopa Şehîdan bimeşin. Heya serkeftinê jî em ê tekoşîna wan bidomînin. Ti car em nahêlên agirê wan were piçûk kirin, em ê her dem agirê berxwedana wan geş bikin!

Ji dijmin re em ê jiyan bikin goristan.

Li ser vî esasî em dixwazin di şexsê Şehîd Navdar Serhed de hemû Şêhîdên Serdemê bi bîr bînin.

Şehîd Namirin!
Tolhildan, Tolhildan, Tolhildan!

You may also like

Leave a Comment